PeyamaKurd- Serokê giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoğlu bo tevlîbûna kongreya partiya xwe çû bajarê Batmanê. Di kongreyê de silava xwe bi Kurdî da. Davutoğlu weha got:
“Divê welatê me, nebe weka çawa di sedsala borî de ku nasname, mafên mirovan û serbestî dihatin munaqeşekirin û dewam neke. Eger birayên me yên Batmanî xwe azad, wekhev û di nav huzurê de nebînin û hîs nekin, huzura me jî namîne. Bi sedsalaye ji birayên me yên vê herêmê re dibêjin hun kîne û dikarin bibin çi.”
Davutoğlu got ku bi salaye ji birayên me yên Batmanê re gotin ku nasnameya Kurdî çiye, eger çawabin wê bibin hemwelatiyekî maqûl û dikarin bi vê nasnameya xwe bibin çi. Tiştên ku Xwedê daye, mafên bingehîn bi bahaneyên kevin bi xwînxwarî hat înkarkirin. Bi sedema ziman, ol, mezheban me ji hev veqetandin. Îfadekirina mafên ku Xwedê daye me, Kurdîtî, axaftina Kurdî kirin meseleyekî mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin