TikTok dozê li Trump vedike

TikTok dozê li Trump vedike

PeyamaKurd - Kompaniya ByteDance a xwediyê sepana TikTokê ya Çînî, biryar da roja Duşemê dozeke yasayî li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a qedexekirina TikTokê veke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 14ê Tebaxa 2020an, biryar dabû TikTok bê qedexekirin û 90 roj molet dabû.

Herwiha Wezareta Bazirganiya Amerîkayê jî lîsteyek bi navê Holding BayteDance amade kiribû, ku di 45 rojan de, hemû peywendiyên li nava Amerîka bi TikTok re rawestîne.

Piştî vê biryara Trump, hejmarek kompaniyên Amerîkî yên mezin wek Microsft, Twitter û Orakil pêşniyaziyên xwe pêşkêş kirin li ser kirîna TikTokê, heta niha jî danûstandin navbera wan û kompaniya BayteDance de dewam dikin.

Kompaniya BayteDance beriya niha jî 2 doz li dijî Trump vekirine ku çavkaniyên kompaniya Çînî dibêjin, TikTok nabe gef û êrîş li ser asayişa niştimanî ya Amerîkayê.

Rêveberiya Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku torên civakî yên Çînê bi karên sixuriyê ve radibin û li gor berjwendiyên hikûmeta Çînê kar dikin, ji ber wê gelek kompaniyên Çînê rastî kêşeyan tên ji aliyê Koşka Sipî ve.

Ji bilî TikTok, rêveberiya Amerîkayê beriya niha sepana WeChat jî qedexe kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin