PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî 1ê Îlonê deklerasyonek amade kiriye bi navê, “Deklarasyona Banga Aştiyê” û ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî bangewaziyê li opozîsyonê, hêzên civakî, Tevgera Kurd (PKK) û deshilatdariyê dike.
- Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDPê de hatiye gotin, HDP sibe 31ê Tebaxê di çalakiya “Deklarasyona Banga Aştiyê” de, banga çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên aştiyane li deshilatdarî, opozîsyon, Tevgera Kurd (PKK) û hêzên civakî dike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 1ê Hezîranê de “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a ji sê qonaxan pêk tê dabû destpêkirin, 1ê Îlonê bi dawî bidawî tîne.
HDP dê sibe li parlamentoya Tirkiyê çalakiya dawî ya bi navê “Deklarasyona Banga Aştiyê” li dar bixe û piştre jî rêzeçalakiyên 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê “xeleka aştiyê” li gelek bajaran li dar dixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin