Li Basûrê Kurdistanê erdhej çêbû

Li Basûrê Kurdistanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Îro li nav sînorên devera Raperînê yê Herêma Kurdistanê erdhejeke bi tundiya pileya 3,5 çêbû. 

 Rêveberiya hewanasî û erdhejan li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihand, îro 27ê Tebaxşê erdhejek bi hêza 3,5 li sînorê îdareya Raperînê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erdhej li demjimêr 02:13 piştî nîvro bi dijwariya pileya 3,5 li sînorê Qeladizê û Ranyayê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê erdhej 18 kîlometreyan dûrî Qeladizê û 42 kîlometreyan jî dûrî bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye û kûrahiya wê ya erdzemînê 10 kîlometre bû.

Derbarê bandor û ziyana erdhejê de ti zanyariyek nehat belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin