Elawî û Malikî pistevaniyê nadin kabîneya Mistefa Kazimî

Elawî û Malikî pistevaniyê nadin kabîneya Mistefa Kazimî

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Ellawî îro serdana Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî kir û nerazîbûna xwe dijî hikûmeta ku Mistefa Kazimî ava bike nîşan da.

Eyad Ellawî bi daxuyaniyekê ragihand ew wan îdîayan red dikin ku wê piştevaniyê li kabîneya Mistefa Kazimî bikin. Ellawî eşkere kir, di bernameya kabîneya xwe de Eyad Ellawî daxwazên xwepêşanderên Iraqê bi cî nekiriye ku diviyabû nûnerên xwepêşanderan û nûnerên sendîkayên pîşeyan jî di kabîneyê de cihê xwe bigirin.

Herwiha Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya ku Nûrî Malîkî serokatiyê wê dike û Tevgera Sedir û çend kesayetên din ê şîeyên Iraqê jî ragihandine ku ew piştevaniyê li kabîneya Miztefa Kazimî nakin.

Mistefa Kazimî divê heta 10 rojan kabîneya xwe pêk bîne. Heger Parlementoya Iraqê piştevaniyê lê neke Mistefa Kazimî jî wê weke Mihemed Tewfîq Elawî nikaribe hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin