Li Besrayê xwepêsandêran agir berdan Konsolosxaneya Îranê

Li Besrayê xwepêsandêran agir berdan Konsolosxaneya Îranê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku xwepêşandêran di dema çalakiyên xwe de agir berdan Konsolosxaneya Îranê ya li Besrayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb daxuyaniyek li ser şewitandina Konsolosxaneya Îranê ya li Besrayê belav kir û ji xwepêşanderan daxwaz kir ku zirar negihînin balyozxane û kansulxaneyan.

Ehmed Mehcûb diyar kiriye ku êrişkirina ser tîmên dîplomatîk, ti peywendiya wê bi dirûşmên xwepêşandanan tune ye û ji hêzên ewlehiyê daxwaz dike ku tîmên dîplomatîk ên li Besrayê biparêzin.

Hat ragihandin ku ji ber tirsa êrişbirinê, hêzên ewlehiyê yên li Besrayê ew rêyên ku diçe Konsolosxaneya Amerîkayê hemû girtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî jî li ser şewitandina Konsolosxaneya Îranê ya li Besrayê ragihand ku êrişeke hovane ser Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê hatiye kirin û ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku di demeke herî nêz de wan xwepêşanderan desteser bike û cezayên giran bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin