Ji PDKê daxuyaniya pistgiriya biryarên hikûmetê yên bo vîrusa koronayê

Ji PDKê daxuyaniya pistgiriya biryarên hikûmetê yên bo vîrusa koronayê

PeyamaKurd - Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştîvanîya biryara hikumeta Kurdistanê ya derbarê raspartina komîteya yasayî bo kêmkirina bargiranîyê li ser milên kasibkaran û kirêcîyan ku bi sedema xweparastina ji vîrusa koronayê zîyan gihîştiye wan.

PDK daye xuyakirin ku ew tevaya amadeyîya xwe nîşan didin ji bo piştîvanîkirinê li karên wê komîteya yasayî.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nav perlemanê de dê piştîvanîya wê komîteyê bikin û daxwaz ji frakisyonên din jî hat kirin ku piştîvanîya wê komîteyê bikin.

PDKê destnîşan kir, em hevwelatîyên Kurdistanê dilniya dikin ku Frakisyona PDKê deng û rengê daxwazîyên xelkê Kurdistanê ye û di Perlamanê de nûnertîya doz, maf û daxwazên wan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin