PeyamaKurd- Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 12 kesên din li parêzgeha Silêmanî û Helebcê tûşî vîrusa koronayê bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di berdewama pişkinînan de, “12 tûşbûyên bi vîrusa Koronaya nû, cOVİD-19-19, li parêzgehên Silêmanî û Helebcê hatine destnîşankirin ku 9 jê jin û 3 jî zilam in.”
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, 5 ji wan tûşbûyan li Helebcê, 5 li qezaya Çemçemalê, yek li qezaya Seyîd Sadiq û kesek jî li Sîteke hatine tomarkirin.
Li gor van amaran jî, heta niha, li Herêma Kurdistanê 188 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne, 61 kes baş bûne û 2 kes jî bi wê vîrusê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin