PeyamaKurd - Hejmara pêketiyên bi vîrusa koronayê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji 3 hezar kesan derbas kir û hejmara kesên can dane gihîşt 250 kesan. Herî dawî îro li gorî amarên fermî mirina 11 kesan hat ragihandin.
Rêveberê Tenduristiyê yê bajarê Banê Mihemed Şaweysî da xuyakirin: “Heger pêketina welatiyan bi vîrusa korona berdewam be, bêgûman rastî pirsgirêkên mezim dibin, karîna me di warê mirovî û keresteyan de sînordar e, daxwaz ji xelkê alîkar bin û pabendî rênimayan bibin, ji ber ku eger mezin ku di rojên bê de nexweşxane tijî bibin û cih ji o nexweşên din nemînin.”
Li gorî amaran li Îranê zêdetir ji 41 hezar kes bi vîrusa korona ketine, ji wan nêzîkî 3 hezaran li Rojhilatê Kurdistanê ne.
Tevî belavbûn û metirsiya zêde ya vîrusa korona jî hîn çûnûhatina navbera bajarê Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û ti rêgiriyek li ber belavbûna vîrusê nehatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin