Bertek nîsanî operasyona Tirkiyê dan: Danîmarka û Îtalya

Bertek nîsanî operasyona Tirkiyê dan: Danîmarka û Îtalya

PeyamaKurd- Îtalya û Danîmarka bi sedema operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe aşkera kirin û li dijî operasyonê derketin. Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio got ku operasyona Tirkiyê bo ewlekariya Awrûpayê tehdîde û wezîrê karên derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod jî operasyona ser Kurdistanê şermezar kir. Kofod ragihand ku mijara Sûriyê tenha dikare bi rêyên siyasî çareser bibe. Kofod li Stokholmê di 71 emîn Civîna Konseya Bakûr de weha axifî:

“Em endamên konseyê 5 dewlet operasyona Tirkiyê ya ku li Sûriyê tevliheviyê çêdike, pêvajoya aştiyê xerab dike şermezar dikin. Halê Sûriye tê de ye bi endîşe ye. Bûyerên van hefteyên dawiyê dramatîk bûn. Em operasyonên ku Tirkiyê daye destpêkirin şermezar dikin. Problem ne bi awayeka leşkerî lê bi rêya siyasî tên helkirin.”

Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Di Maio, di senatoya Îtalyayê de axifî û weha got:

“Ev êrîşkeriya Tirkiyê di herêmê de îstîqrarê nahêle û ne tenê Îtalyayê temamê ewlekariya Awrûpayê tehdîd dike. Kurdên li herêmê rîsk digrin ser xwe û bi mîlîtanên biyanî yên li herêmê de şer dikin û dixwazin azad bimînin. Hetta hinek ji wan azad bûn ji ber ku di zîndanên Kurddan de bûn.”

Senato, piştî axaftina Di Maio xwest ku hukumet rêya dayîn û sitendinan bi rejîma Sûriyê re veke û li ser şiyanên dahatû xebatê bike. Lê divê dorpêçên ser Sûriyê ranebin da Civîna Konseya Destûrê  ya Sûriyê qels nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin