DAISê li Silêmaniyê êrîs kir: Gelek Pêsmerge bo herêmê hatin sewqkirin!

DAISê li Silêmaniyê êrîs kir: Gelek Pêsmerge bo herêmê hatin sewqkirin!

PeyamaKurd – Duh derengî şevê, terorîstên DAIŞê  li nehiyeya Gulleco ya girêdayî navçeya Kifri ya Silêmaniyê bi topên hawan êrişî xaleke kontrolê ya Pêşmergeyan kirin.

Derbarê bûyerê de nûnerê şaredariya Karatepeyê Salah Baban axivî, “Duh derengî şevê DAIŞî êrişî xala kontrolê kir û 2 berpirsên ewlekariyê  û sivîlek şehîd ketin. Her wiha di wê êrişê de berpirsên ewlekariyê û sivîl jî birîndar bûn.”

 Berpirsekî komîteya YNKê Xelîl Xudêda jî di daxuyaniya xwe de got, “li dora saet 11an DAIŞiyan êriş birin ser xala kontrolê ya Kulacoyê û hêzên Pêşmerge bersiv dan û şer derket.”

Li gorî zanyariyan ji ber topên hawan ên terorîstên DAIŞê ku li malekê ket sivîl jî birîndar bûn.

Salah Baban destnîşan kir ku gelek hêzên Pêşmerge û asayîşê bo herêmê hatin sewqkirin û DAIŞê ji herêmê reviyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin