PeyamaKurd - Rojnameyeke Tirkiyê ragihand, parlamentarekî IYI Partiyê îdia kiriye, deshilatdariya niha ya Tirkiyê ku hemû erkên xwe li Koşka Serokomar Erdogan civandine, dê bi hinceta ku parlamento dibe bar ji dewletê re wê bigire.
Li gor nûçeya Sozcuyê Wekîlê Serokê Koma IYI Partiyê li parlamentoyê Lutfu Turkkan îdia kir, deshilatdariya AKPê niha rêveberiyeke bê parlamento difikire û ‘dê rojên xebata parlamentaran heta du rojan bikeve û piştre jî dê bêjin gelek pere distînin û bi ser de jî karekî nakin.’
Turkkan herwiha gotiye, “Rêveberiya Koşka Serokomariyê dê êdî bibêje, parlamento naxebite û wê fesh bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin