Aliyên siyasî li Bexdayê dê Serdana Kurdistanê bikin

Aliyên siyasî li Bexdayê dê Serdana Kurdistanê bikin

PeyamaKurd - Endamekî Tevgera Hîkme ragihand ku di çend rojên bê de şanda bilind a çend partiyên siyasî dê serdana Herêma Kurdistanê bikin û piştre dê fraksiyona herî mezin ragihînin.

Endamê Serkirdayetiya Tevgera Hîkme Mihemed Cemîl Meyahî ji Rûdawê re ragihand: “Projeya piraniya siyasî di qonaxa dawî ya temambûnê de ye. Biryar e hêzên Hîkme, Saîrûn, Nesr, Îtilafa Weteniye û Yekîtiya Hêzên Iraqî bi hev re fraksiyona herî mezin ragihînin.”

Mihemed Cemîl Meyahî diyar kir: “Li ser asta bilind jî em di gotûbêjan de ne, daku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymaniya Feth, pêkhateyên Tirkmen û Xirîstiyan tevlî hevpeymaniyê bibin.”

Meyahî eşkere kir ku piştî çend rojan, şandeke bilind a pênc aliyên siyasî yên Iraqê, ji bo gotûbêjkirina li gel aliyên Kurdistanî serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Li gor zanyariyan, destpêka meha bê, dê Dadgeha Federalî encamên hejmartina bi destan a dengan pesend bike û piştre jî beşek ji aliyên siyasî ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin bicivin û li ser hikûmeta nû ya Iraqê biryar bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin