Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir

PeyamaKurd-  Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ku dê 4 rojan berdewam be, îro dest pê kir.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û di çarçova rêkarên xweparastina ji vîrusa koronaya nû (Covid-19) li 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir.

Roja berî cejnê market, dikan, goştfiroş û şêranîfiroş dê vekirî bin

Ew qedexeya derketina derve dê di rojên Cejna Remezanê de heta 26ê Gulanê berdewam be û roja berî cejnê market, dikan, goştfiroş û şêranîfiroş dê di navbera saet 10.00-17.00 de vekirî bin û di rojên cejnê de jî ev cih dê girtî bin. Di dema 4 roj qedexeyê de firin û nanfiroş dê vekirî bin û şêranîfiroş jî dê tenê bi şêwazî sîparîşan kar bikin.

Her wiha hemwelatiyên temenê wan li jorî 65 salî jî roja yekem a Cejna Remezanê dê di demjimêrên 14.00-20.00 bikarin derkevin bi mercê pabendbûna rêkarên xweparêstina ji koronayê.

‘Kesên pabendî rêkar û rênimayên xweparastinê nebin, dê bê cezakirin’

Hatiye belavkirin ku her kesê di vê maweyê de pabendî rêkar û rênimayên xweparastina ji koronayê nebe, dê bê cezakirin.

Li gor dawîn amaran, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, heta niha 154 hezar û 500 kes bi Covid-19ê ketine û ji wê hejmarê jî 116 hezar û 111 kes baş bûne û 4 hezar û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku roja Yekşemê (24.05.2020) weke yekem roja Cejna Remezanê hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin