PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û Tirkiyê li ser pirsa av û elektirîkê ji bo Heseke, Til Temir û Serê Kaniyê li hev kirine.
Li gorî lihevkirinê biryare heta du hefteyên din 25 bîrên li westgeha Elokê kar bikin, ji bo av bigihe tevahiya taxên Heseke û Til Temirê.
Hêjayî gotinê ye, ji dema dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û çekdarên wê ve, pirsgirêka peydakirina ava paqij bo xelkê Hesekê derketiye ku av li ser wan hatibû qutkirin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê ragihandiye ku şandên Rûsî û Tirkî gihîştine rêkeftinekê, ji bo bidawîanîna pirsgirêka av û elektitîkê li parêzgeha Hesekê.
Li gorî nûçeyê, herdu alî rêkeftine ku elektirîk ji navçeyên HSDê ji 200 hezar kesên li Serê Kaniyê û gundewarê wê dimînin were bê dabînkirin, li hemberê wê jî Tirkiye ava vexwarinê ji xelkê Hesekê û Til Temir re berde.
Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê tê dabûnkirin ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine ve dest danîne ser wê wêstgehê û niha weke çekekê li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê qut dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin