PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê kêm rojek hebe ku grûbên çekdar navêjin ser derekê û kuştin, revandin û birîndarkirinan nekin û malbatên revandiyan an dewletên wan pere nestînin.
Îro jî grûbekî çekdar avêt ser dibistanekî ku temamê pêdiviyên xwendevanan ji aliyê dewletê de tên temînkirin, li dora 40 xwendevanên lîseyê û 4 mamosteyan revandin.
Revandin li eyaleta Nîjerê li devera Kagarayê çêbû û di bûyerê de xwendevanekî hat kuştin.
Di rojên pêş de wê daxwazên grûba çekdar û dahatûya xwendevanan aşkera bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin