'YPGê ji ser Qamislo êrîsî bingehên TSKê kir'

'YPGê ji ser Qamislo êrîsî bingehên TSKê kir'

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi destpêkirina êrîşên esmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ji hêla Qamişloyê ve bi topên hawin û roketan êrîşî bingehên leşkerî yên Tirkiyê li Nisêbînê kir.

Li gorî nûçeyên ku hîn nehatine piştrastkirin û çavkaniyên herêmê radigihînin, YPGê ji Qamişlo ve êrîşî xalên artêşa Tirkiyê kiriye.

Herwiha çavkaniyên medya Tirkiyê jî dibêjin, "YPGê ji aliyê Nisêbînê ve top avêtine û yekîneyên sînor ên artêşa tirk jî mudaxele kirine."

Çavkaniyên HSD û YPGê jî diyar dikin ku li Nisêbînê bingehên TSKê bi tundî hatine lêdan û du teqînên bihêz çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin