PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku heger Iraq daxwazê ji wan bike hêzên xwe derxîn bêguman ew dê hêzên xwe derxin û li dijî daxwaza xelkê wî welatê nasekinin.
Piştî biryara parlamentoya Iraqê ya derbarê derxistina hêzên leşkerî yên biyanî ji Iraqê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got, em bo şerê dijî DAIŞê li Iraqê ne û dûr nabîne ku eger ji Iraqê vekişin DAIŞ bi awayekî derdikeve, dubare dest bi êrîşan dike li Ewropayê.
Heiko Maas wiha axivî: “Dikarim bibêjim eger Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Iraqê bicîh bihişta, DAIŞê dikarî bi awayekî xwe organize bike, şiyana wê hebe li Ewropayê careke din dest bi êrîşan bike, em dixwazin li Iraqê bimînin û alîkariya wî welatî bikin, daku li ser şerê DAIŞê berdewam bin, lê her biryarek bê derxistin pêbendê wê dibin, bêguman hêzên xwe yên serbazî li ser daxwaza xelkê Iraqê ji wî welatî vedikişînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, 5ê Çileya 2020an bi amadebûna 168 parlamenteran parlamentoya Iraqê, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê hatibû wergirtin ku sunî û Kurd beşdarî wê civîna parlamenê nebûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin