PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê de, peyamek weşand û tê de daxwaz ji Netewên Yekbûyî dike, ku “komkujiya Kurdên Êzidî" weke jenosîd nas bike.
Îro 3ê Tebaxa 2019an, pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistinê ve ye. Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser twîtterê belav kir.
On 5th anniversary of genocide against Yezidis in Shingal, we solemnly remember those who fell victim to ISIS atrocities in Kurdistan & beyond. We won’t rest until we eradicate terror & bring kidnapped victims home. We urge UN to recognize this genocide to prevent similar acts.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 2, 2019
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyê destê dilreqiyên DAIŞê li Kurdistanê û cihên din. Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazekê arasteyê Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Em daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin, jibo rêgirtina ji kiryarên hevşêwe, wê komkujiyê weke cenosayd nas bike.”
Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin