PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneyeya 46emîn salvegera tawanên jenosîd û koçberkirina bi zorê ya Kurdên Feylî daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bi tundî tawanên rejîma Be’sê yên li dijî Kurdên Feylî şermezar kirin û daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û exlaqî bibe serî.
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Kurdên Feylî di serdema rejîma Sedam Husên de tenê ji ber nasnameya xwe ya Kurdî û daxwazên xwe yên neteweyî rû bi rûyê girtin, kuştin, windakirina bi zorê û bênetewebûnê (standina nasnameyê) hatine.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku desteserkirina milk û samanên bi deh hezaran Kurdên Feylî û koçberkirina wan a girseyî jenosîdeke mezin e û dîrokeke tarî li Iraqê li pey xwe hiştiye.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de bang li Bexdayê kir ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê tevbigere, ku van tawanan wekî “jenosîd” nas kiriye.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku qereboya (tazmînat) madî û exlaqî ji bo qurbaniyan û malbatên wan were dabînkirin û hemû milk û samanên wan ên hatine talankirin werin vegerandin.
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku fedakarî û têkoşîna Kurdên Feylî dê her tim di dilê neteweya Kurd de serbilind bimîne.
Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ev mîrateya giran bibe ders û rêber ji bo pêşerojeke ku li ser bingeha jiyana hevbeş û qebûlkirina hevdu li Iraqê ava dibe. Wî her wiha silavên xwe ji bo giyanê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê şandin.