PeyamaKurd - Li demeke ku bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di bin êrîş û dagirkeriya terorîstên DAIŞê de bû, 29ê Cotmeha 2014an hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serok Barzanî, biryara Parlamentoya Kurdistanê û dîplomasiya navdewletî ya Serok Barzanî derbasî Kobaniyê bûn û balansa şer guherandin.
Perlematoya Kurdistanê û li ser fermana Serok Mesûd Barzanî hêza Pêşmerge ji Kobanî bi rê ket û li bajarên bakurê Kurdistanê dema Pêşmerge derbas dibû, bi kêfxweşiyeke mezin û germî hat pêşwazîkirin ta ku gihîştin nav bajarê Kobaniyê.
Derbasbûna Pêşmerge bo Kobaniyê û bakurê Kurdistanê bû nîşaneya yekbûneke xurt di nav Kurdan de ku wekî cejneke netewî hat pêşwazî kirin.
15 Kanûna 2014an li ser daxwaza Serok Mesûd Barazanî, Parlemantoya Kurdistanê biryara şandina hêza Pêşmerge ji bo Kobanî pesend kir û li 31/10/2014 Hêza Pêşmerge gihîşt Kobanî. Ji bajarê Silopiyê heta derbasbûna hêza Pêşmerge bo Kobanî xelkê Bakurê Kurdistanê pêşwazî li hêza Pêşermge kir.
Çûyîna Pêşmerge tesîreke mezin li hevsengiya şer li Kobanî kir û bi piştîvanîya Hêza Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî, li 26/1/2015 şervanên Kurd li Rojavaya Kurdistanê tevahiya Kobanî kontrol kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin