PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi zêdebûna metirsî û hejmara pêketiyên koronayê re, ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ya giştî ji bo 14 rojan ragihand.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser ragihand, piştî zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li herêma Cizîrê û ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, Şaneya Krîzê qedexeya çûnûhatinê ragihand.
Li gor biryarê, qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 6:00 ji roja 6ê Tebaxê û heta demjimêr 6:00 ji roja 20 Tebaxê berdewam dike.
Hat diyarkirin ku rê tê dayîn, dukan, nanxane, dermanxane û nexweşxane bêne vekirin. Rê ji bo tankerên avê, barhilgirên kelûpelên xwarin û dermanan û otombîlên rêxistinên mirovî û hawarhatinê tê dayîn çûnûhatinê bikin.
Herwiha di biryara qedexeyê de hêsankarî ji bo çûnûhatina cotkar û karkerên çandiniyê tê kirin, bi mercê ku pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
Di çarçoveya biryarê de, hemû dam û dezgehên Rêveberiya Xweser dikevin betlaneyê, ji bilî rêveberiyên şarederiyan, elektirîkê, avê û navendên tenduristiyê, navendên sotemeniyê û dezgehên ragihandinê.
Hêjayî gotinê ye, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, herî dawî ragihandibû ku 30 kes li Rojavayê Kurdistanê bi korona ketine ku beşek ji wan karmandên tenduristiyê ne, lê ti haletên mirinê nehatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin