PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê got: Nabe li Tirkiyê, rojnamevan ji ber nûçeyan, bên sizakirin.
Balyozxaneya Amerika, bi rêya Twitterê daxûyaniyek weşand û rewşa 2 rojnamevanên tora ragihandina amerîkî Blombergê, pirsî. Balyozxaneyê diyar dike: Nabe rojnamevan ji ber nûçeyan werin sizakirin û ev helwest derveyî prensîbên azadiya medyayî ya cîhanî ye.
Ramana azad û rojnamevanî bingeha demokrasiyê ye û ji bo pêşketina civakê jî, pêwist e ev azadî were parastin.
2 Rojnamevanên sazîya ragihandinê yê Blombergê, ku navenda wê li Amerikaya, ji ber nûçeyek daketina Lîreyê Tirkî, 2 sal û 5 meh hatine sizakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin