PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa BasNewsê li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê şîketekî dermanan ya bi navê “Awamedica” yê dermanekî bo dermankirina nexweşên koronavîrusê yê bi navê “Favipiravir” çêkir.
Rêvebirê bazarê yê şîrketa “Awamedica” Dr. Şaxwan Zahir ragihand, bi hevkariya navendên pisporî “Favipiravir” ê çêkirine.
Dr. Şaxwan Zahir ragihandiye ku hilberîna beşa yekem bo wezareta tenduristiyê ya Iraqê hatiye şandin da bo navendên koronayê bên belavkirin. Ev derman ewilî li Rûsyayê hatiye çêkirin û li ser rizamenidya Rûsyayê, li herêma Kurdistanê jî hatiye çêkirin. Li gor ragihandina şîrketa derman ya Awamedica yê, kalîteya dermanê ku li Kurdistanê hatiye çêkirin, ji yê ku li Rûsyayê hatiye çêkirin, baştir e. Lewra hukumeta Iraqê ji Rûsyayê derman nekiriye lê biryarê daye ku ji Kurdistanê bikire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin