PeyamaKurd – Saziya Dermanan û Kontrolkirina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) bi awayekî fermî ragihand ku 4 nîşaneyên nû yên vîrusa koronayê hatine tespîtkirin.
Li gorî CDCê bi 4 semptomên nû re hejmara semptomên vîrusa koronaya nû Covid-19 gihîştine 11an.
Beriya niha kela zêde ya bedenê, kuxika ziwa û bêhncikandin semptomên sereke yên koronayê bûn.
Li gorî CDCê di encama lêkolînên ser nexweşan de derketiye holê ku dilxelandin, çûyîna emel, xitimîn û herikîna bêvilê jî nîşaneyên Covid-19 yên nû ne.
Ji ber vîrusa korona ku ji bajarê Wuhan ê Çînê dawiya sala 2019an belav bûye, heta niha li seranserê cîhanê bi qasî 10 milyon kes pê ketine û nêzîkî 500 hezar kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin