Sandeke hikûmetê sibe bi serokatiya parlementoyê û fraksyonên parlementoyê re dicive

Sandeke hikûmetê sibe bi serokatiya parlementoyê û fraksyonên parlementoyê re dicive

PeyamaKurd - Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, dê bi desteya serokatiya Parlemena Kurdistanê û serokên fraksyonên parlemenê re bicive.

Serokê firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê, Umêd Xoşnav got, şandek hikûmetê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, dê sibê (26.04.2020) bi desteya serokatiya parlemena Kurdistanê û serokên fraksyonan re civînekê encam bide.

Umêd Xoşnav herwiha got, di civînê de şanda hikûmetê dê naveroka hevdîtinên xwe bi berpirsên Iraqî re bîne ziman û dê li ser wê yekê were guftûgokirin.

Serokê fraksyona PDKê da zanîn, mijarên serekî yên wê civînê bûdceya giştî ya Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê, rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî ne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin