PeyamaKurd - Encûmana Bilind a Dadweriya Iraqê hişyarî da namzedên hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku wê roja 10ê Cotmehê were lidarxistin.
Navenda ragihandina encûmena bilind a dadweriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Nabe namzedên hilbijartinê girtiyan û dosyayên wan bikin mijareke bangeşeya hilbijartinê.”
Encûmena bilind a dadweriya Iraqê ragihand: “Nabe sûd ji rewşa girtiyan û merivên wan bê girtin û ji wan re ragihînin ku dikarin dosyayên wan dê zelal paqij bikin û li hember wê jî deng bixwazin.”
Herwiha hat diyarkirin ku dadgeh nakeve bin emrê ti telefon û pêwendiyeke namzedan.
Encûmena bilind a dadweriya Iraqê got, heger kesekî girtî biryara azadkirina wî derkeve jî tenê dadgeh û yasa dikare wê biryarê bidin û bi dehan namzed nikarin bi guvaşa li ser dadgehê ti girtiyekî azad bikin.
Encûmena bilind a dadweriyê hişyarî da namzedan û da xuyakirin, heger bangeşeyên wisa berdewam bikin, wê demê ji bo parastina serxwebûna dadgehê dê tedbîran li dijî wan bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin