SOHR: 6 leskerên Sûriyê li gundekî sînor hatin kustin

SOHR: 6 leskerên Sûriyê li gundekî sînor hatin kustin

PeyamaKurd - Di êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên cîhadî yên bi navê SMO de, li gundê El Esadiye yên nêzî sînorê Tirkiyê 5 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û hat ragihandin ku yek ji leşkeran jî hatiye înfaz kirin.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, di encama êrîşa bi topbarana artêşa tirk û çekdarên wê ya li gundê El Esadiye yê nêzî sînorê Tirkiyê de 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku leşkerek jî ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatiye înfazkirin.

Hat ragihandin ku li nêzî Til Temirê jî komên çekdar 14 leşkerên Sûriyeyê dîl girtine û ti agahiyek ji leşkeran nehatiye standin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin