Neteweyên Yekgirtî: “Nabe xelk bi darê zorê bêne veguhastin”

Neteweyên Yekgirtî: “Nabe xelk bi darê zorê bêne veguhastin”

PeyamaKurd - Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric li ser rewşa Efrînê û hewlên guherandina demografiya wê herêmê ragihand: “Divê xelk di hilbijartina cihê nîştecihbûna xwe de azad bin. Nabe xelk bi darê zorê bêne veguhastin yan bêne vegerandin yan jî bi zorê bêne derkirin”.
 
Di konfranseke rojnamevanî de li baregeha Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê, Stephane Dujarric di bersiva pirsekê de li ser rewşa Efrînê û rêgirîkirina grûbên çekdar ji vegera xelkê sivîl bo nav Efrînê kir.
  
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî got: "Nabe ku xelk bi darê zorê bihêne veguhastin û bihêne vegerandin an bi zorê bihêne derkirin. Divê xelk azad bin di hilbijartina cihê nîştecihbûna xwe, divê bikarin bi aştî bijîn.
 
Niha şerekî berdewam li piraniya Sûriyê heye û ji wan jî li Efrînê. Çarenûsa xelkê sivîl yek yek ji nîgeraniyên me yên berdewam e. Me kariye ku em bigihin wan xelkên ku ji ber şeran, Efrîn bi cih hîştine. Me hinek zanyarî ji wan ve bi dest xistiye, lê belê zelal e ku nabe rê li azadiya hatinûçûna xelkê sivîl were girtin”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin