Tirkiye ji bo sekreteriya Neteweyên Yekgirtî namzed danî: Feridun Sinirlioğlu

Tirkiye ji bo sekreteriya Neteweyên Yekgirtî namzed danî: Feridun Sinirlioğlu

PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê ji bo sekreteriya Neteweyên Yekgirtî namzedê xwe aşkera kir. Tirkiye wezîrê karên derve yê berê û hem sekreterê giştî yê Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariya Ewrûpayê balyoz Feridun Sinirlioğlu bi fermî kir namzedê Tirkiyê û seredana xwe ya fermî jî kirin.

Nûnerê Tirkiyê yê daîmî yê li Neteweyên Yekgirtî balyoz Ahmet Yıldız ragihand ku nameya seredana fermî ya namzediyê teslîmî serokatiya giştî ya Neteweyên Yekgirtî kiriye. Balyoz Yıldız li ser namzediyê weha got:

“Serokkomarê me rêzdar Recep Tayip Erdoğan ji ber taybetmendî. Şiyan û tecrubeyên balyoz Sinirlioğlu û hem baweriya pê tê, rewa dît ku bike namzed.”

Yıldız her weha ragihand ku bende bûn namzed ji herêma Amerîka Latînî û Karayîban derê ji ber heya niha rotasyon wehaye. Lê heya niha li ser namzedekî li hev nekirine.