PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya Martin Jaeger û şanda li gel wî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û got, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DAIŞê de gelek bi bandor bûye.
Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin