Li Diyarbekirê midurê bankeyekê ji vîrusa korona can da

Li Diyarbekirê midurê bankeyekê ji vîrusa korona can da

PeyamaKurd – Midurê banka Yapi Kredî yê şaxa Ofîsa Diyarbekirê ji ber nexweşîna Covid-19 can da.

CEOyê bankayê Gokhan Erun ji xebatkarên bankayê re ragihandiye ku Midurê Şaxa Ofisê ya Diyarbekirê Mehmet Beşîr Oncel ji ber vîrusa koronayê can daye.

Erun di maîla ku ji xebatkaran re rê kiriye de gotiye, wê agahiyê belav nekin.

Hat zanîn ku kesê ji vîrusê can daye di sala 1980yî de hatiye dinê ango 40 salî bûye.

Piştî wefata Oncel wekî tedbîr şaxê Ofîsê yê bankayê hatiye girtin û xebatkarên din jî xistin jêr çavdêriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin