PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, li ser hilbijartinan tometên mezin li dengdêran kir û got: "Dibêjin emê deng bidin Serokkomariyê lê nadin tifaqa AK Partî û MHPê. Emê van çeteyên munafiq di sindoqan de veşêrin."
Erdogan her ku diçe zimanê xwe ji bo hilbijartinê tûjtir dike û helwesta xwe de tundtir dike.
Îro li bangeşeya hilbijartinê rexneyên tund li dijberên xwe girtin û yên ku deng nadinê wek "munafiq" "fesad" binav kirin.
Erdogan got: "Niha dest bi fitne û fesadiyê kirine. Dibêjin emê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Erdogan lê em nadin tifaqa AK Partî û MHPê. Ev munafiqî ye. Emê van çeteyên munafiq di sindoqan de veşêrin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin