Berhem Salih li Civata Gistî ya NY bi Kurdî dawî li axaftina xwe anî...

Berhem Salih li Civata Gistî ya NY bi Kurdî dawî li axaftina xwe anî...

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih, îro li hember Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kir. Salih di gotara xwe de tekezî li ser şerê li dijî terora DAIŞê kir û daxwaza wekhevî û lihevhatina li herêmê kir.

Berhem Salih axaftina xwe bi kurdî bidawî anî û silavên xwe bo qurbaniyên rejîma berê ya dîktator a Iraqê û enfalkiriyên Kurd rê kirin.

Li gorî veguhestina Dengê Amerîka ya gotara li NY, Berhem Salih di destpêka axfitina xwe de wiha got;

"DAIŞ projekî pîsbû li dij Iraqê hat bikar anîn". Serokê Îraqê da zanîn ku piştî 40 salan ji zordarî û çewsandina rejîma berê, Iraq dîsan rastî terora DAIŞê hat, lê hêzên ewlekarîya Îraqê, leşker, polîs, Heşd û Pêşmerge, nehişt projeya DAIŞê li Iraqê serkeve, DAIŞ bi hêz û îradeya Îraqyan hat derkirin."

Serokomarê Iraqê da zanîn ku divê xebat bihê kirin û alîkarî û hevgirtin hebe da ku ji metrisîya DAIŞê rizgar bibin û cardî bihêz nekeve, û spasî û rêzên xwe pêşkeşî hevpeymaniya navnetewî û Amerîka kirin û di şerê DAIŞê de gelek alîkarîya Iraqê kirine.

Salih behsa rewşa navxweya Iraqê jî kir û diyar kir ku erkê wan gelek bi zehmete lê ew bi hêvîne ku di warê Aborî, Siyasî û Ewlekarîyê de bi piştevaniya civaka navnetewî serkevin.

Di beşeke axiftina xwe de Berhem Salih behsa şerên li herêmê kir û da zanîn ku Sûriya bûye bingeheke metrîsdar ya terorê, divê şerê çendîn salan li wî welatê bidawî bibe.

Herwiha Salih behsa şerên li Yemenê jî kir daxwaz ji aliyên nakokbar kir ku çendî zû bikarin lihevbên û dawiyê li şer û pevçûnên li wî welatî bînin.

Berhem Salih li ser aloziyên li Kendavê rawestiya û got, hêvîdarin rewşa aloz ya li herêmê bi rêya diyalog û danûstendinan bên çareser kirin, herêm êdî nikare tehemula şerekî din bike, bang li civaka navnetewî kir ku zenga metirsiyek mezin li herêmê heye, bila rê li nakokî û pevçûnan bihê girtin.

Salih êrîşên vê dawiyê yên ser Erebistana Siudî şermezar kirin û got, "Ewlekarîya Erebistana Siudî, ewlekarîya Iraqê ye jî."

Berhem Salih li dawiya Peyva xwe ya li Netewên Yekbûyî bi zimanê Kurdî bidawî kir û got, "Ji vê derê silavan ji bo hemû welatî û gencan dişînim, bo kesûkarên şehîdan qurbaniyên rejîma dêktator û gorên komî û enfalkirîyan jî dişînim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin