Di balafira Çînê de yek rehîn hat girtin

Di balafira Çînê de yek rehîn hat girtin

PeyamaKurd- Di balafireka rêwiyan ya Çînê de xebatkarekî balafirê rehîn hat girtin û li ser bûyerê balafir berê xwe da balafirgeheka dinê û li wir danî.

Li gor beyana Rêxistina Hewayî ya Sîvîl ya Çînê; balafir ji Changsha diçû Pekinê û mecbûr ma li balafirgeha Zhengzhouyê deyne. Di peyamê de hat ragihandin ku rêwiyekî di beşa karsazan de bi pênûsê xebakarê kabînê rehîn girtiye û berê balafirê daye dereka dinê.

Bê ku bûyereka dinê biqewime, bûyer bi dawî hatiye û kesê ku xebatkar rehîn girtiye, ji aliyê polîs de hatiye binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin