Li dijî HSDê êrîseke xwekujî pêk hat!

Li dijî HSDê êrîseke xwekujî pêk hat!

PeyamaKurd- Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Reqqayê li dijî çekdarên HSDê êrîşeke xwekujî pêk hatiye. Di encama êrîşê de hinek birîndarên HSDê hene. Rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Li gorî agahiyan êrîşkarekî bi motorsîklet xwe nêzîkî çekdarên HSDê kiriye û bombeyên li ser xwe teqandine. Ev êrîş ji aliyê kîjan komê ve hatiye kirin, heta niha zelal nebûye.

Van demên dawî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Siwwar El-Reqayê de gengeşî heye. Ji ber vê yekê HSDê tedbîrên ewlehiyê zêde dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin