Idlib | HTS vekisiya û artêsa Tirkiyê bicih bû

Idlib | HTS vekisiya û artêsa Tirkiyê bicih bû

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku demek berê piştî ku HTŞê hêzên xwe vekişandin, artêşa Tirkiyê li devera Til Nebî ya Cebil el-Zawiyê li başûrê gundawarê Idlibê, xaleke leşkerî ava kir.

SOHRê diyar kir ku çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), ji bo avakirina xala çavdêriya artêşa Tirkiyê, hêzên xwe ji Cebil el-Zawiyê, vekişand û piştre jî artêşa Tirkiyê li wê deverê bicih bû.

Li gorî SOHRê ji dema destpêkirina agirbesta Idlibê ya 5ê Adarê li Moskowê rêkeftin li ser hatiye kirin ve, artêşa Tirkiyê 60 xalên leşkerî yên çavdêriyê li dorûbera Idlibê ava kirine.

SOHRê herwiha ragihandiye ku doh danê êvarê jî hêzên rejîma Sûriyê gundê Filifl û Sofohin ên li başûrê gundewarê Idlibê, bi moşekan kiriye armanc ku di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer rû daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin