PeyamaKurd – Endameka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, danûstandin di navbera kurdan û serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî li ser pêkanîna hikûmetê didomin.
Parlementera kurd û endama firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê, Meyade Necar ragihand di maweyên du rojên borî de hinek firaksyon û tifaqên li nav parlementoya Iraqê dane zanîn ku deng nadin kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî.
‘Danûstandin di navbera her du aliyan de didomin’
Meyade Necar li ser helwesta Kurdan li ser kabîneya nû ya Iraqê jî got, danûstandin di navbera her du aliyan de didomin. Eger daxwaziyên kurdan qebûl bike em ê deng bidinê.
Parlementera Kurd Necar da zanîn, heta niha nayê zanîn parlementoya Iraqê dê kengî bo pesendkirina kabîneya nû bicive û got, eger parlemento heta roja çarşemê (6 vê mehê) necive, Kazimî baweriya parlementoyê bi dest nayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin