Di bombebarana NATOyê de 8 polîs hatin kustin, 15 jî birîndar bûn

Di bombebarana NATOyê de 8 polîs hatin kustin, 15 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa esmanî ya balafirên NATOyê de, li wilayeta Helmand a Afganistanê 8 polîsan can daye û 15 polîs jî birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Afganistanê bi daxuyaniyekê ragihand, piştî êrîşa Talîbanê ya bi ser qereqola polîsan a li nehiya Nahrî Serac a wîlayeta Helmandê şer rû daye û balafirên NATOyê jî ji bo piştgiriyê bidin polîsan êrîş birine ser cihê bûyerê ku di encama wê êrîşa hewayî de 8 polîs hatine kuştin û 15 jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku hejmarek milîtanên Talîbanê jî jiyana xwe ji dest dane û NATOyê hîn ti daxuyaniyek li ser wê êrîşê belav nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin