Kurdekî Rojava li Almanyayê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Kurdekî Rojava li Almanyayê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Welatiyekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, li Almaniyayê bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên berdest, navê wî welatiyê Kurd Xalid Mihyedîn Hemo û 55 salî bûye û xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûye. Xalid Mihyedîn Hemo li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijiya û dermansaz bû.

Li gor zanyariyan çend roj berî niha ew welatiyê Kurd bi vîrusa Covid-19Ê ketibû û bo nexweşxaneya Bremen Nord a wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd pêr Çarşemê 7ê Nîsanê li nexweşxaneyeke bajarê Bremenê bi vîrusa sedema koronayê jiyana xwe ji dest daye. Xalid Mihyedîn Hemo, ji gundê Zerkotik yê Kobanê bû zewicî bû û bavê 6 zarokan bû û ew 3 sal bûn ku koçberî Almanyayê bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin