Kurdên dîasporayê hêzeke girîng a doza Kurdistanê ne

Kurdên dîasporayê hêzeke girîng a doza Kurdistanê ne

PeyamaKurd - “Konferansa me destnîşan dike ku diasporakurd bi nêzîkî 4 mîlyon kurdan, bi potansiyela xwe ya siyasî, akademîk, civakî, aborî û çandî, hêzeke girîng a neteweyî ya doza Kurdistanê ye. Bi vê xusûsîyeta xwe ve ev hêz dikare hem di welatên ku lê dijî de û hem jî di pêşeroja Kurdistanê de roleke girîng û bi bandor bilîze.

Beşdarên konferansê binê wê bi xetên qalin xêz kirin ku di çend dehsalên borî de kurdên diaspora destkeftiyên girîng bi dest xistine. Bi sedan akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan, hunermend, parêzer, pijîşk û pisporên warên cuda di nav civakên welatên lê dijîn xwedî rol û bandor in. Ev destkeftîya netewî divê ji bo berjewendiya têkoşîna gelê kurd were parastin, bihêztir kirin û mobîlîze kirin.

Konferansê destnîşan kir ku di warê hevkarî û koordînasyona navbera rêxistin, sazî û torên cuda yên diaspora de kêmasîyek berbiçav derdikeve holê. Em pêwîstiya avakirina mekanîzmayên hevpar, torên profesyonel û platformên mayînde yên koordînasyonê wek yek ji encamên bingehîn ên vê konferansê destnîşan dikin.

Erka Kurdayetiyê ya dîasporayê

Axaftvanên konferansê bi awayekî zelal binê wê xêz kirin. Diaspora kurd pêwîst e li gor erka kurdayetiyê, ji bo berjewendiyên netewî xwe ji nûve rêkxistin bike. Di warên zanist, teknolojî, aborî, dîplomasî, medyayî û civaka sivîl de kapasîteyên xwe pêş bixe û li asta navneteweyî bibe aktoreke girîng.

Konferansê herwiha girîngiya ciwanan û nifşa nû ya kurdan destnîşan kir. Nifşa nû ya kurd, ku di heman demê de hem kurd e û hem jî endamê civakên ku lê dijî ye, dikare di navbera Kurdistan û cîhanê de pireke girîng ava bike. Ji ber vê yekê pêwîst e ku ciwan bêtir di pêvajoyên biryardanê, rêxistinî û çêkirina stratejiyên pêşerojê de cih bigirin.

Di nîqaşan de herwiha roleke girîng ji bo medyaya dîjîtal û torên civakî hate destnîşankirin. Em dibînin ku şertên nû yên ragihandinê derfetên mezin ji bo bilindkirina dengê kurdan, parastina rastiyan û xurtkirina têkiliyên navneteweyî diafirînin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku diasporaya kurd di vê qadê de bêtir hewl bide û kapasîteyên xwe pêş bixe.

Girîngiya hevkarî û kordînasyona Kurdên dîasporayê

Konferansê diyar kir ku ji bo avakirina diasporayeke bihêz û mayînde pêwîst e ku li Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê, navendek an saziyek taybet ji bo xebatên diaspora were avakirin. Ev navend dikare di navbera diasporayê û dezgehên Kurdistanê de peywendî û koordînasyonê xurt bike, lêkolîn û projeyên hevpar pêş bixe û ji bo pêşerojê stratejiyên demdirêj amade bike.

Ji bo parastin û pêşxistina ziman, nasname û çanda kurdî, pêwîst e ku li welatên diaspora bername û projeyên mayînde werin amade kirin.

Girîngiya hevkarî û koordînasyona navbera rêkxistinên kurdên diaspora yek ji girîngtirîn xalên konferansê bû. Konferansê bang li hemû rêxistin, partî, sazî, akademîsyen, pispor, hunermend û kesayetiyên kurd dikin ku li ser bingehê berjewendiyên neteweyî û nirxên demokratîk, hevkariya navxweyî xurt bikin.

Bi vê baweriyê em bang li hemû kurdên diaspora dikin ku ji bo avakirina diasporayeke yekgirtî, bihêz, xwedî rêxistin û perspektîfeke demdirêj bi hev re bixebitin.”