Kurdên Êzîdî Cejna Cemayê pîroz kirin

Kurdên Êzîdî Cejna Cemayê pîroz kirin

PeyamaKurd- Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî îro hat pîrozkirin. Li Şengalê li dora 2 hezar Kurdên Êzîdî çûn ser tirba Şêx Şerfeddîn û cejnê pîroz kirin. Ev Cejna Cema li Laleşê cejna Hecê ye û cejna herî mezine. Xizmetkarê Tirba Şerfeddîn Îsmaîl Behrî bo Rûdawê weha axifiye:

“Em îro Cejna Cemayê pîroz dikin.Bo Şerfeddîn dia dikin û hêvî dikin ku bo Êzîdiyan aramî, hûzûr, xêrê û yekîtiyê bîne.”

Êzîdî di Cejna Cema de li erbanê û bilûrê dixin û govenda xwe digrin. Li Laleşê conegayê ku salawext xwedî kirine dibin ber Tirba Şêx Şems û li wê derê dikin qurban. Li Laleşê diçin ziyaretiya Şêx Adî û kurê wî Şêx Hesen. Ji ava Zemzema Laleşê vedixun.

Cejna wan 2 roj dewam dike lê sal hene ku qet cejnê nakin ji ber pêlên terorê û îro jî bi sedema Kovid-19 ê.

İŞİD ê çend caran êrîş birine ser tirba Şêx Şerfeddîn lê êzîdî tirbê parastine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin