Kurdistan | 19 kesên din ji ber koronayê can dan

Kurdistan | 19 kesên din ji ber koronayê can dan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 502 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Înê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  502 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 61 kes li Silêmaniyê, 204 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 744 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 260 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 295 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 45 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 368376 kesan, ya mirinan bû 6639 kes û heta niha 353534 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin