Kurdistan | 6 wefat û 652 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Kurdistan | 6 wefat û 652 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 652 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 29ê Hezîranê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 652 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 162 kes li Hewlêrê, 192 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 42 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê ne.

Hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 572 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 109 kes li Hewlêrê, 210 kes li Silêmaniyê, 211 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê bi giştî gihîşt 183993 kesan, ya mirinan bû 4471 kes û heta niha 173141 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin