PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî ragihand ku Tevgera Hemasê baregeha xwe ya serokatiya siyasî ji Qeterê bar dike.
Li gorî nûçeyê piştî fişarên li ser rêveberiya Qeterê, Doha dixwaze Hemas serokatiya xwe ya siyasî ji welatên wan bibe devereke din.
Rayedarên Amerîkî dane xuyakirin ku ji bo veguhestina serokatiya siyasî Hemasê dest bi danûstandinan bi Umman û welatekî din re kiriye.
Herwiha WSJê diyar kiriye, ger Hemas ji Qeterê biçe wê hevdîtinên navbeynkariyê yên agirbestê bi Îsraîlê re û pevguhertina dîlan bikeve xeterê ku dê Amerîka jî nikaribe di proseya hesas de peyaman bigihîne Hemasê ku wek rêxistineke terorî pênase dike.
Navbeynkarekî Ereb ji rojnameyê re gotiye, hevdîtinên navbeynkariyê rawestiyane û niha bi temamî hilweşîna danûstandinan li ber derî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin