PeyamaKurd - Piştî şewata daristanên bakurê Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana bakur kir û li vê derê got: “Îsraîl xwe ji bo hêrişeke bihêz a li dijî Lubnanê amade dike.
Netanyahu di serdana xwe ya bakurê Îsraîlê ku ji ber hêrişên Hizbullahê agir bi daristanan ketibû de got: “Li hember her hêzeke ku şaşiyeke mezin bike û bixwaze ziyanê bide me, em ê li ber xwe bidin. Em amade ne ku li bakur gavên pir xurt bavêjin. Bi vî awayî em ê ewlehiyê li bakur vegerînin.”
Hêrişên Hizbullahê bûn sedema şewata daristanan
Tîmên agirvemirandinê bizavên xwe yên ji bo vemirandina agirê ku roja Yekşemê ji ber mûşekên ku ji axa Libnanê hatine avêtin û ketine ser gund û bajarokên bakurê Israîlê didomînin.
Di daxuyaniya ku roja Duşemê ji aliyê Rêveberiya Xweza û Parkan a Îsraîlê ve hatibû dayîn de hatibÛ ragihandin ku şewat li qadên vekirî derketiye û ji bo şêniyên derdorê ji şewatê bên parastin bi demjimêran xebat hatine meşandin.
Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku di encama şewata ku li qadeke berfireh derketiye de 6 leşkerên wan bi xeteriya xeniqînê re rûbirû mane û ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir daxwaz kiriye ku operasyonên li ser sînorê Lubnanê di bin çavdêriya wî de bin.
Ben-Gvir gotiye: “Eger ew bihêlin ez ji froke, roket û her tiştê ku li bakur diqewime bibim berpirsiyar, Hizbullah wê bibîne ka wê Îsraîl çawa bersivê bide. Ew nikarin welatê me wêran bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin