Basim Ewadî: PKK li Iraqê mêvan e, em destûrê nadin çalakiyên siyasî û leskerî bike

Basim Ewadî: PKK li Iraqê mêvan e, em destûrê nadin çalakiyên siyasî û leskerî bike

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî, dema serdana îro 22yê Nîsanê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, daxuyanî da rojnamevanan.

Ewadî got, “Serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Bexdayê girîng û dîrokî ye û ji bo werçerxaneke dîrokî di pêwendiyên dualî yên navbera Bexda û Enqereyê de destpêkek e”.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê li ser mijara hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyê de diyar kir, “Gelek danûstandin hatine kirin û baweriyeke zêde ji bo çareserkirina wê pirsê li Bexdayê heye, vê yekê jî pêwendî bi bihayê kirêya wan kompaniyan ve heye yên ku li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kar dikin”.

Ewadî li ser mijiara PKKê da zanîn ku dibe wekî Îranê bi Tirkiyê re jî rêkeftineke ewlekariyê bê kirin û got, ‘PKK weke mêvan li nav erda Iraqê ye û em destûrê nadin di nav axa Iraqê de çalakiyên siyasî û leşkerî bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin