PeyamaKurd – Li Endonezyayê li Girava Javayê Çiyayê Merapiyê yê agirî ji nûh de teqiya, lavên çiya ji devê çiya difûrin û jîngehên li der û dora çiya ji terefê rayedaran ve hatin tehliyekirin. Jimara kesên tehliye kirin bi hezarî ne.
Serokê navenda pêşdebirina lêkolîn û teknolojiya afetên jeopolitik ya Endonezyayê Agus Budi Santoso ragihand ku lavên di encama teqînê de ji devê çiya derketine 2 km heya jêr hatine. Santoso, her weha got ku ewrê terafa agir li dora sed metre bilind bûye.
Çiyayê Merapiyê ji bajarê Yogyakartayê 30 km dûre, bilindahiya wê 3 hezar metreye û li dora bajêr 250 hezar kes dijîn.
Dema di sala 2010an de teqiyabû, bû bû sedema mirina 347 kesan û 350 hezar kes jî ji dora çiya tehliye kiribûn. Çiyayê Merapi di nava 120 çiyayên Endonezyayê yên agirî de, çiyayê herî bi hereket e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin