Kurdistan | Prof. Koçer Bîrkar doktoraya fexrî wergirt

Kurdistan | Prof. Koçer Bîrkar doktoraya fexrî wergirt

PeyamaKurd - Profesor Koçer Bîrkar ku xelata Fields a Nobela matematîkê/bîrkarî ya sala 2018an wergirtibû, ji aliyê Zanîngeha Selahadîn a Kurdistanê ve bi doktoraya fexrî hat xelatkirin.

Merasîma dayîna doktoriya fexrî îro bi merasîmeke taybet û bi amadebûna serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê zankoya Selahedîn, wezareta xwendina bilind û mamostayên zankoyê li Hewlêrê ji Profesor Koçer Bîrkar re hat dayîn.

Di merasîmê de fîlmekî dokumenterî derbarê jiyan û çalakiyên Koçer Bîrkar de hat nîşan dan. Herwiha di merasîmê de dayîk, bav û kesûkarên Koçer Bîrkar û hin hemwelatiyên rojhilatê Kurdistanê jî amade bûn.

Xelata doktoraya fexrî ji Profesor Koçer Bîrkar re ji aliyê serokê zankoya Selahedîn Profesor Ehmed Dizeyî ve hat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin