PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 10ê Adarê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 335 kesên din bi Covid-19 ketine û 4 kesan jî wefat kiriye
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 335 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 158 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 84 kes li Duhokê, 16 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 3 kesan li Hewlêrê û kesekî jî li Duhokê can daye û li seranserê Herêma Kurdistanê 111 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 111 hezar û 516 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 546 kes û heta niha 104 hezar û 884 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin